Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Afganî: Çekdaran 11 Serbaz li Rojavayê Welêt Kuştin


Berpirsekî Afganî dibêje di êrîşeka çekdaran de li ser xaleka vekolînê li parêzgeha Farah a rojavayê welêt bi kêmanî 11 serbaz hatin kuştin .

Peyvdarê desthilatdariya parêzgehê Mihemed Nasir Mehrî dibêje di encama pevçûna navçeya Bala Buluk de 4 serbazên din birîndar bûn .

Mehrî got 9 çekdar hatin kuştin û 13 yên din birîndar bûn.

Wî got jimareka mezin a çekdaran derengî Înê êrîş kirin û pevçûn ta serê sibeha Şemiyê berdewam kir.

Tevgera Talîbanê berpirsiyariya êrîşê ranegihand lê Mehrî ew tawanbar kir.

Talîbanê van demên dawî êrîşên xwe yên dijî hêzên ewlekariyê li parêzgehê gur kirin e.

XS
SM
MD
LG