Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek li Jalalabad a Afganistanê Herî kêm 2 Kesan Dikuje


Wêne ya Êrîşeka berê ye li Jalalabadê
Wêne ya Êrîşeka berê ye li Jalalabadê

Berpirsên Afganistanê îro Şemiyê got herî kêm du kes hatin kuştin û çar birîndar bûn di encama teqînekê de li bajarê Jalalabad ê bakurê rojihlata welêt.

Berpirsan got teqîn li nêzîkî ofîseka komisyona hilbijartinan rû da, cihê ku dehan kes tevlî xwepêşandanekê bûbûn.

Xwepêşandan li dijî biryareka dûrxistina kandîdekî ji hilbijartinên bê bû, ji ber gumane girêdana wî li gel gurûpên çekdar.

Rêvebirê saxlemiya parêzgehê Najîb Kamawal û peyvdarê parêzgeha Nangarhar Atahulah Xogyanî mirina du kesan piştrast kir.

Xogyanî got:

“Me ji xwepêşanderan xwestibû ku xwepêşandana xwe bidawî bînin ji ber metirsiya ku ewê bibin armanca çekdaran, lê wan peyama me ya ewlekariyê red kir.”

Xogyanî ji ajansa Associated Press re got jimara qurbaniyan renge bilind bibe.

XS
SM
MD
LG