Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Dora 10 Hezar Çekdarên Daiş li Afganistanê ne


Zamir Kabulov, şanderê taybet ê serokatiya Rûsya bo Afganistanê
Zamir Kabulov, şanderê taybet ê serokatiya Rûsya bo Afganistanê

Rûsya texmîn dike derdora 10 hezar çekdarên Daişê li Afganistanê ne û jimara wan bêhtir dibe, ji ber ku çekdarên wan ji Îraq û Sûriyê direvin û berê xwe didin wir.

Medya Rûsî îro Şemiyê ji ser zimanê şanderê taybet ê serokatiya Rûsya bo Afganistanê Zamir Kabulov ragihand ku xemên taybet ên Mosko hene li dor bilindbûna jimara çekdarên Daişê li parêzgehên bakur ên Afganistanê, li ser sînorên Tajîkistan û Turmenistanê.

Kabulov ji ajansa Sputnîk a nûçeyan re got:

"Rûsya di nav welatên yekem de bû ku huşdarî da li dor metisriya Daiş li Afganistanê…desthilata Daiş bi awakî berbiçav li wir zêde bûye. Li gor texmînên me jimara çekdarên wan 10 hezar derbas kiriye û her zêde dibe, bi taybetî piştî gihîştina ewên ji Îraq û Sûriyê direvin.”

Şanderê Rûrî idîaa dike ku balafirên helikopter ”bêyî çi nîşanan bide” çekdaran û çeken rojavayî digihînin şaxê Afganistanê yê gurûpa terorîst a Dewleta Îslamî.

Wî her wiha got Mosko bi berdewamî behsa vê kêşeyê dikir li gel Neteweyên Yekgirtî û NATO, lê çi “bersivên zelal” ji wan nedibirin.

XS
SM
MD
LG