Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Serkirdeyekî Daişê di Êrîşekê de Tê Kuştin


A Reaper drone patrols the skies in southern Afghanistan near the frontier with Pakistan.
A Reaper drone patrols the skies in southern Afghanistan near the frontier with Pakistan.

Li Afganistanê berpirsên xwecihî îro Yekşemê got êrîşa firokeke bê firokvan serkirdeyê gurûpa Dewleta Îslamî li Afganistanê Ebdu Saad Erhabî û 9 komandarên li gel wî kuştin.

Êrîşa moşekan a şeva borî li navçeya Xogiyanî rûda, cihê ku gurûpa terorîst a bi navê ISK-P, lê dimîne.

Peyvdarê hikûmeta herêmî Attaullah Xogiyanî ji Dengê Amerîka re got êrîşa esmanî her wiha du bingehên gurûpê hilweşandin.

Berpirsên agahdariya Afganstanê got hêzên navnetewî jî di operasyona dijî terorê de alîkar bûn.

Erhabî serkirdeyê çarem ê ISK-P ye ku tê kuştin ji dema destpêkirina çalakiyên gurûpê ve li Afganistanê di sala 2015an de.

Çekdarên ISK-P êrîşên xwekujî dijî hêzên Afganî, ku Amerîka piştgiriya wan dike, û her wiha dijî tevgera Talîbanê pêk tînin.

XS
SM
MD
LG