Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herdû Kesên li Amesterdamê Rastî Êrîşekê Hatî Amerîkî ne


Balyozê Amerîka li Holenda di daxuyaniyekê de got herdû kesên ku doh Înê li Îstgeha Navendî ya Amesterdamê rastî êrîşeke xençerê hatî welatiyên Amerîkî ne.

Balyoz Peter Hoekstra îro Şemiyê got:

“Em agahdarin ku herdû qurbanî welatiyên Amerîkî ne ku serdana Holenda kiribûn û me pêwendî li gel wan yan malbatên wan hene.”

Polîsê Holendî dibêje kesê êrîşker welatiyekî Afganî ye û ew ji aliyê polîs ve hate gullebarankirin û niha girtî ye.

Ajansa Associated Press ragihand ku kesê êrîşker rêdana mayîna li Almanî heye û polîsê Amesterdamê pêwendiyan li gel desthilatdarên Almanî dikin wek beşek ji vekolînan.

Berpirsan got sedema îrîşê hîn ne diyare.

XS
SM
MD
LG