Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeşeyê Amerîkî Yê Girtî li Tirkiyê Tê Veguhastin Bo Mayîna Neçarî li Malê


Andrew Brunson, qeşeyê Amerîkî yê girtî li Tirkiyê

Medya Tirkî dibêje, qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson yê ku li Tirkiyê bi tawana terorê û sîxoriyê ev Du salin girtîye, biryar hatiye dan ku ji bo girtina li malê bihê veguhastin.

Girtina qeşe Andrew Brunson, yê ku ji herêma Black Mountain ya eyaleta North Carolina ya Amerîka ye, sala 2016an li Tirkiyê girtîye, girtina wî bûye sedema alozbûna têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de.

Brunson bi tawana ku têkiliya wî bi tora cema'ta Fethullah Gulen heye, ya ku ji hewildana derbeya leşkerî ya neserkeftî li Tirkiyê tê dîtin ku 15 Tîrmeha sala 2016an pêkhat bû, herwiha bi tawna têkiliyên li gel milîtanên Kurd li Tirkiyê socdar tê dîtin.

Qeşe Brunson herdem socên dixin bal wî red dike, herî dawî li hefteya borî ew li dadgeheke rojavayê Tirkiyê hatbû dadgehkirin, dema ku tawan li ser qeşeyê 50 salî Andrew Brunson ji aliyê dadgeha Tirkî ve bihê erê kirin, dibe ku heta 35 salan li Tirkiyê di zîndanê de bimîne.

Çend caran serok Trump daxwaz ji Tirkiyê kirîye ku, Brunson serbest berde, herî dawî li hefteya borî di twîtekê de Trump got bû "girtina Brunson "qet nayê qebûl kirin". Herwiha got bû "Wî tiştek nekirîye, malbata wî hewceyî Wî ne".

Heta niha nayê zanîn kanê li gor nûçeya ajansa Anadolu ya dewletê ya derbarê veguhastina qeşe Andrew ji zînadnê bo girtina li malê kengî dê cîbicî bibe.

XS
SM
MD
LG