Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê Pîroz Dike


Sekirterê giştî yê NY Antonio Guterres
Sekirterê giştî yê NY Antonio Guterres

António Guterres, sekirterê giştî yê Netewên Yekgirtî UN, roja cîhanî ya azadiya Rojnamegeriyê ya îsal 2018an pîroz dike, û bang li hemû hikumet û desthilatdaran dike li cîhanê da ku destekê bidin azadiya rojnamegeriyê û rojnamevanan biparêzin.

Di Malpera fermî ya NY de Guterres, peyamek kurt li bîranîna roja cîhanî ya azadiya Rojnamegeriyê weşand û dibêje"li roja cîhanî ya azadiya Rojnamegeriylê ya 2018an, ez daxwazê ji hikumetan dikim ku, piştevaniyê bidin azadiya rojnamevanî û rojnamevanan biparêzin, herwiha piştevanî kirina rojnmageriya azad dê me bigehîne rastiyan".

Roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê
Roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê

Daxuyaniya NY dibêje, li bîranîna 2018an ya roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê dê tekezê liser hin xalên giring bike, di çalakî û ahnegan de, dirûşm û siloganên îsal de, dê ronahiyê bixin ser giringiya afirandina atmosfêrek yasayî bo azadiya rojnmaegerî û dê girngiyek taybet bi dadweriya serbixwe bide bo dîtina rêyên yasayî û dadgehkirina tawankariyên li dij azadiya rojnamegerîyê.

Di hema demê de, giringiya rolê kenalên mediyatîk dê bihê pêş xistin bi taybet di hilbijartinan de ku, mediya çavdêriyek zelal, dadwerî û serweriya qanunê pêş çav dike.

Herwiha mijarên îsal dê giringiyê bide rolê rojnamegeriyê di eşkere kirina kêmasiyên yasayî û dadwerî de, yên ku pir caran azadiya rojnmaegerî û rojnamevanan binpê dikin, herwiha dê piştevaniyê bide azadiya ramanê û ya pêzanînan li ser Înternêtê û metirsya gotinên di tora Înternêtê de.

Ji hejî bîr xistinê ye ku li ser daxwaza UNESCO, Netewên Yejkbûyî sala 1993ê roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê rragihand bû, şûn de roja 3 Gulanê hat destnîşan kirin weke roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê

XS
SM
MD
LG