Serokê Sûriyê Beşar Esed rexne li welatên rojava kirin û red kir her hevrêziyeke ewlekarî an nûvekirina balyozxaneyekê li Dîmeşq, berî ku ev welat pêwendiyên xwe yên li gel gurûpên opozisyonê qut bikin.
Axaftinên Esed ên îro Yekşemê, hatin di demekê de ku hêzên wî sertkeftina li seranserî Sûriyê qezenc dikin û gelek welat êdî behsa daketina wî ji ser desthilatê nakin.
Di axaftina xwe ya li pêş dehan dîplomatên Sûrî li Dîmeşqa paytext, Esed pesna Rûsya, Îran, Çîn, û Hizbullah a Libnanî da ji bo piştgiriya hikûmeta wî di şerê navxweyî yê welêt de.
Wî got dê Sûriyê li rojhilat vegere ji bo pêwendiyên siyasî, abûrî û çandî.
Esed got rêkeftinên dawî yên kêmkirina tundûtijiyê li Sûriyê, baş in ji bo rawestana xwînê, lê soz da ku tiştê opozisyonê bi riya çekan qezenc nekirî ew dê bi riya siyasetê nede wan.