Li Îraqê desthilatdaran îro Şemiyê qedexekirina derketinê li Bexdayê rakir piştî xwepêşandanên çend rojan ku di encamê de 72 kesan jiyan xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn.
Hatûçûn li cadeyên Bexdayê normal bû û meydanên sereke aram bûn.
Tilfizyona dewletê ragihand ku berpirsên nivîsîngeha serokwezîr Adil Ebdulmehdî li gel serkirdeyên xwepêşandanên Bexda û parêzgehên din kom bûn ji bo gotûbêjkirina daxwazên wan.
Serokê parlemanê roja Înê pêşniyar kir ku rewşa xaniyan ji bo xelkê hejar çak bikin û derfetên kar ji bo gêncan dabîn bikin û her wiha kesên ku xwepêşander kuştî bêne cezakirin.
Rêberê ayînî Muqteda el-Sedir, ku jimareke mezin a xelkê piştgiriya wî dike û alîgirên wî beşekî ji parlemanê kontrol dikin, roja Înê daxwaza jihevxistina hikûmetê û hilbijartinên pêşwext kir.