Hêza esmanî ya Amerîkayê roja Înê nexşeyek nû ya rengîn ji bo Air Force One eşkere kir û nexşeya ku Donald Trump ji bo balafira serokatiyê hilbijartibû jinav bir.
Serok Joe Biden ji bo firokeyên ku di bin çêkirinê de ne, bi rengekî klasîk ê şînû spî tevdigere, ku dîzayna wê vedigere dema rêveberiya John F. Kennedy şêst salî berê.
Serokê berê Trump, ku di Çileya 2021an de dest ji kar berda, dîzayneke sor û spî û şîn a wêrektir dixwest, û modelek biçûk ku wan rengan hildigire li Koşka Spî danîbû.
Di dîzayna Trump de xeteke sor a qalind li nîvê balafirê û şînekî tarî di bin zikê wê de dixwest.
Tê pêşbînîkirin ku firokeyên nû di 2027 û 2028an de werin radestkirin, ji ber vê yekê serketiyê hilbijartinên 2024an dê bibe yê yekem ku firokeyên nû kar bîne.
Balafirên Boeing ne wek firokeyên bazirganî ne. Ew bingehên ragihandinê yên teknolojîya bilind, navendek tenduristî û sîstemeke xweparastinê vedihewînin.
Balafirên heyî yên Air Force One rûbirûyê lêçûnên lênihêrînê yên zêde dibin û beşên ku her diçe kevnar dibin bikar tînin, lê dê têrê bikin heya ku firokeyên nû werin radestkirin.
Çavkanî: AFP