Lînkên eksesibilîtî

Serokê Katalonya li Civatê Amade Nabe Û Madrîd Dixwaze Herêma Otonom Nemîne


Serokê Herêma Katalonya Carles Puigdemont û cîgirê wî Oriol Junqueras (Çepê)

Çavkaniyekê herêma Katalonya ragihand ku, serokê herêmê, Carles Puigdemont red dike li hember Civata Nûnerên Îspaniya amade bibe, piştî desteya Civata Pîran biryar dayî ku herêma Katalonya bikeve jêr ferman û çavdêriya hikûmeta Madrîd.

Peyvdarê hikûnmeta herêmê ji Barşelona ragihand û got "Serok Carles Puigdemont, dê roja Pênşemê li Civata nûneran amade nebe", herwiha zelal dike ku, ev bersivdaneke li dij ragihandin hikûmeta Îspanî ku, desthilata wê dê li ser herêma Katalonya bimîne û vegera wê nebe.

Peyvdar herwiha dibêje ne roja Pênşemê û ne Îniyê Puigdemont naçe Madrîd, piştî civata nûneran daxwaz ji wî kir bû, da ku li hember civatê amade bibe û sedemên daxwaza cûdabûnê zelal bike, berî ku hikûmeta Madrîd rê bide wî da car din rêveberîya hikûmeta herêmî bike, li Katalonya.

Serokê hikûmeta Madrîd Mariano Rajoy yê mihafizkar, roja Çarşemê got, ragirtina otonomîya Katalonya"çareserîya yekaneye", bo rê girtina li hember cûdabûna herêma katalonya ji Îspanya.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG