Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misrê Êrşeke Çekdaran Jimarek Kuştî Encam Dide


Wêne ji Erşîfê ye
Wêne ji Erşîfê ye

Artêşa Misrê got îro Şemiyê li xaleke vekolînê ya nîv-girava Sînai, pevçûn di navbera çekdarên cîhadî û hêzên ewlekariyê de derketin holê.

Peyvdarekî leşkerî di daxuyaniyekê de ji ajansa France Press re got 7 milîtan di êrîşê de hatin kuştin, di demekê de ku 15 serbaz hatine kuştin yan jî birîndar in.

Peyvdarê leşkerî Tamir el-Refayî di daxuyaniyê de got efserek û 14 serbaz hatine kuştin û birîndar bûne, lê wî jimara kuştiyan diyar nekir.

El-Refayî got wê hêzên ewlekariyê bidin dû “endamên terorîstan da ku wan jinav bibin.”

XS
SM
MD
LG