Artêşa Misir got wê rahênaneka leşkerî ya deryayî bo çend rojan li gel Amerîka û hin welatên din li derya Sor bi dawî anî.
Artêşê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got rahênan bi navê “Bersiva Baz 2018“ roja 24ê meha borî dest pêkiribû û hêzên taybet ên welatên beşdar tevlê bûbûn, di nav de jî Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî.
Komandariya navendî ya Amerîka roja Pênşemê got van rahênanan derfet dabîn kirin ji bo welatên beşdar ku li ser asteka beferh a operasyonên ewlekarî yên deryayî hevrêziyê bikin.
Hêjayî gotinê ye, sala borî Misrê bo cara yekem piştî heyşt salan rahênanên “Stêra Ronak” li gel hêzên Amerîkî li dar xistin.