Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Frensa bo Hefteya Çarem Birêve Diçin


France/protests

Polîsê Frensa îro Şemiyê li cadeya Champs Elysees ya Parîsê bi gazên rondikrêj êrîş bir ser xwepêşandana êlegzeran.

Polîs dibêje herî kêm 1,500 xwepêşander derketine ser cadeyan û herî kêm 127 kes hatine girtin.

Xwepêşander li dijî bihabûnê xwepêşandanan dikin.

Di hefteya çaran a xwepêşandanan de, Frensa Birca Eiffel û hin cihên din ên geştiyarî girtin û bi dehan hezar hêzên ewlekariyê li navçeyên xwepêşandanan belav kirin.

Gelek firoşgeh li Parîsê bi depan hatin girtin ji tirsa ku ew bên şikandin yan dizîn û polîs jî gelek riyên mezin ên bajêr dorpêç kirin.

Polîs hemî madeyên ku renge xwepêşander wek çekan bikar bînin ji ser cadeyan rakirin.

Serok Emmanuel Macron di serdaneka neragihandî de bo efserên hêzên ewlekariyê li derveyî Parîsê sipasiya wan ji bo karê wan kir.

Tê zanîn ji dema destpêkirina xwepêşandanên Frensa ve, çar kes di rûdanên girêdayî xwepêşandanan de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG