Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Cezayê Mirinê Dide Jineka Almanî bo Tevlêbûna Daişê


Dadgeheka Îraqî cezayê mirinê da jineka Almanî ya Mexribî bi sedema tevlêbîna gurûpa Terorîst Daişê.

Peyvdarê civata dadwerî ya bilind Ebdul Settar Beyreqdar dibêje jin li xwe mukur hatiye ku tevlî Daişê bûye û ew li gel herdû keçên xwe ji Almanya çûbû Sûriyê û ji wir derbasî Îraqê bû. Herdû keçen wê piştre bi çekdaran re zewicîn.

Beyreqdar îro Yekşemê got jin gunehkar hate dîtin li dor” dabînkirina piştgiriya locistî û alîkariya terorîstan di kiryarên wan de,” û her wiha ” beşdarbûna di êrîşên dijî hêzên ewlekariyê de.”

Çi agahiyên berferhtir di vê derbarê de nehatin belavkirin û wezareta derve ya Almanya çi şîrove li dor vê biryarê nedan.

Tê zanîn, hêzên Îraqê jimarek jinên biyanî girtin dema wan Daiş ji navçeyên bakur û navenda welêt derxistin.

XS
SM
MD
LG