Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Operasyonan li Dij DAIŞ'ê Dide Berdewam Kirin


Police patrol at Victoria Park in the Causeway Bay district of Hong Kong, after closing the venue where Hong Kong people traditionally gather annually to mourn the victims of China's Tiananmen Square crackdown in 1989.
Police patrol at Victoria Park in the Causeway Bay district of Hong Kong, after closing the venue where Hong Kong people traditionally gather annually to mourn the victims of China's Tiananmen Square crackdown in 1989.

Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê, Sêşemê ragihand ku wan carek din operasyonên li dij nehiştina çekdarên Dewleta Îslamê DAIŞ'ê dane destpêkirin, armanca operasyonê kontrol kirina herêmên herî dawî yên di didest çekdarên DAIŞ'ê de mane li Rojhilatê Sûriyê li nêzîk sinorê Îraqê.

Di preskonferansekê de, Mecilsa Leşkerî ya Dêrezor ku beşeke ji HSD'ê daxuyanî xwend û got"Mecilsa Leşkerî ya Dêrezorê ya rijde ku Bahoza Cezîrê bide berdewam kirin da ku, li şûna hemû gelên li Cîhanê û Sûriyê, DAIŞ'ê jinav bibin, DAIŞ a ku, hin gelek herêm li ser sinorê Îraq-Sûriyê di dest de mane û dixwaze wan herêman bike ciyek bi ewle bo êrîşkirina ser hemû aliyên cîhanê, û car din herêmên berfireh li Îraq û Sûriyê kontrol bike".

Di beşek din yê daxuyaniyê de hatiye ku, di hefetyên dawiyê de, DAIŞ'ê çalakiyên xwe zêde kirine "Hêzên me yên qehreman dê hemû herêmên sinorî ligel Îraqê kontrol bike û em pêşwaziyê li piştevaniya hêzên Îraqî dikîn".

Berpirsekî HSD'ê ji Dêrezor got, hevkariya hêzên Îraqî baş bûye û em weha pêkhatine ku, ti alî derbasî sinorê aliyê din nebe.

Ji hejî bîr xistinê ye ku wezîrê berevaniya Amerîkî James N. Mattis heftiya derbasbûyî got bû, pêşbîniya wê yekê tê kirin ku "ji nû ve"şerên dijwar li rojhilatê Sûriyê derkevin.

XS
SM
MD
LG