Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlistîn Dibe Dewleta Endam di "Interpol"ê de


Civîna Giştî ya Interpolê li Çînê
Civîna Giştî ya Interpolê li Çînê

Rêxistina Polîsên Navnetewî "Înterpol" roja Çarşemê di komcivîna xwe ya giştî ya 86an de, li Peking paytexta Çînê, biryar da ku, dewleta Fîlistînê kire endam di lîsta xwe de.

Interpol di hesaba xwe ya fermî de dibêje, dewleta Fîlistînê û Girava Salomonen bûne endam di rêxistina wan de.

Îsraîlê nerazîbûna xwe derabrê piryara Interpolê de diyar kir, lê heta niha gotineke fermî ji wezareta derve ya Îsraîlê derneketiye.

Serok hikûmetê berê yê Îsraîlê Ehud Barak got "ev jî şikestinek din" ya Serok hikûmetê niha yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye.

Wezîrê derve yê Fîlistênê Riyad al-Malkî di daxûyaniyekê de got "Ev serkeftina bicî anîna yasayê ye" , ev ji encama helwesta bingehîn ya piraniya endamên Înterpolê û berevanîkrin wan ji rêbazên vê rêxistinê hat" al Malikî herwiha dibêje, dewleta Felistînê pêgirî û beşdariyê bike di nehiştina tawankariyê de û ewê destekê bide xûrtkirina serweriya yasya navnetewî.

Herweha PLO di twîtereke xwe de dibêje, 75% ji endamên Interpolê dengê Erê dane endametiya Felistînê.

Wek tê zanîn komela Netewên Yekgirtî sala 2012an astê Fîlistînê ji "Dewleta Zêrevan" veguhast bû "dewleta ne endam", lê heta niha Dewleta Felistînê nebûye endamê tam di Netewên Yekgirtî de, hêdî hêdî, di saziyên navnetwî de Felistîn weke dewlet tê qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG