Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Banga Normalkirina Pêwendiyên Abûrî li Ewrupa Dike


Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf
Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Îranê îro Yekşemê got Ewrupa ne di rewşekê de ye ku Tehranê rexne bike li dor şiyanên wê yên leşkerî, û bang li serkirdeyên Ewrupî kir ku pêwendiyên xwe yên abûrî li gel Komara Îslamî normal bikin, an jî ewê rastî encaman bibin.

Medya dewletê ji ser zimanê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku dibêje Ewrupî ne di wê rewşê de ne Îranê rexne bikin li dor pirsgirêkên derveyî rêkeftina navokî.

Wî got eger welatên ku rêkeftin îmze kirinî pêwendiyên xwe yên abûrî bi Îranê re normal nekin wê demê “emê pêgiriyên xwe rawestînin yan jî emê hin kiryaran li gor pîvanên wan bikin.”

Meha borî Îranê hin pêgiriyên xwe rawestandin û huşdarî da ku di nava 60 rojî de ewê hin pêgiriyên din ên rêkeftinê rawestîne, eger Ewrupî Îranê ji cezayên Amerîkî neparêzin.

Wezîrê derve yê Almanya vê heftê serdana Îranê dike ji bo gotûbêjkirina vê mijarê.

Serokê parlemana Îranê Elî Larîjanî îro Yekşemê serokê Frensa Emmauel Macron rexne kir li dor axaftina wî ya hefteya borî li gel Trump ku wan li gel Amerîka heman xem hene li dor Îranê.

XS
SM
MD
LG