Berpirsê Îranî Ebbas Ereqçî îro Yekşemê got kombûna awarte ya li gel aliyên rêkeftina navokî ya sala 2015an kombûneke avaker bû, lê got dê Tehran pêgiriyên xwe kêm bike eger Ewrupî di parastina rêkeftinê de têk biçin.
Ereqçî, ku mezinê şandê Îranê yê guftûgoyan e, ji ajansa Reutersê re got:
“Etmosfer avaker bû. Guftûgo baş bûn. Ez nikarim bêjim me hertişt çareser kir, ez dikarim bêjim gelek pêgirî hene.”
Aliyên rêkeftina navokî îro Yekşemê li bajarê Vienna kom bûn, piştî bilindbûna girjiyan di navbera Îranê û welatên Rojava de.
Brîtanya, Frensa, Almanya, Rûsya û Çînê hewil didine ku rêkeftinê biparêzin, piştî ku Amerîka jê vekişiya û dîsa cezayên abûrî dan ser Îranê.
Ewrupî dibêjin têkçûna rêkeftinê li gel Îranê wê nakokiyan bilindtir bike di demekê de ku tundbûna dinavbera Îranê û Amerîka de renge bibe sedema şer.