Lînkên eksesibilîtî

Daiş Dibêje Wan Êrîşî Hêzên Amerîkî Kir li Rojavayê Mûsilê


Ala Daişê

Gurûpa Dewleta Îslamî Daiş îro Yekşemê ragihand ku wan êrîşî hêzên Amerîkî, yên ku alîkariya hêzên Îraqî dikin, kir.

Gurûpê di daxuyaniyekê de, ku li ser Internêtê hatibû belavkirin, got şervanên wan rokêtên Grad avêtin hêzên Amerkî li rojhilata Tel Afer, bajarokê rojavayê Mûsilê ku hîn di bin kontrola Daiş de ye.

Leşkerên Amerîkî demekê berê îro ragihandibûn ku du serbazên wan hatin kuştin û 5 birîndar bûn di operasyonekê de li bakurê Îraqê.

Meha borî, xîlafeta ku Daiş ragihandî li Mûsilê hate hilweşandin, piştî helmeteke leşkerî ya hêzên Îraqê bi piştgiriya hêzên Amerîkî ku neh mehan dirêj kir.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG