Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê di Bin Rewşa Awarte de Çû Ser Sindoqan


Desteya Bilind ya Hilbijartinan (YSK) destnîşan kir ku di nava Tirkîyê û li derveyî welat 59 mîlyon û 391 hezar û 328 hilbijêr yên bikarin dengê xwe bikar binin.

Disa li tevahîya Tirkîyê yê 180 hezar û 896 sindoq hatin danîn û bi tevahî, 87 navendên hilbijartinê hene.

Stenbol ji bo hilbijartinên Tirkîyê bajarê herî girînge û herî zêde hilbijêr li vî bajarî deng dan û dîsa herî zede sindoq ji li vir hatin danin.

10 mîlyon û 559 hezar 686 hilbijêr yê dengê xwe da û disa li Stenbolê dê 28 hezar û 763 sindoqan dengê xwe dan.

Di vê hilbijartinê de 6 namzetên serokomarîyê hene û ji 600 endamên parlemanê dê werin hilbijartin ku ji wan 98 ji Stenbolê ne.

Recep Tayyîp Erdoğan, namzedê AKP’ê, Muharrem Înce yê CHP’ê, Temel Karamollaoglu yê Partîya Saadetê, Meral Akşener ya Îyî Partî û Dogu Perînçek yê Partîya Vatan e.

Selahattîn Demîrtas jî berbijarê HDP’ê ye û aniha li girtigehê ye û hemu daxwazên jibo azadkirina wî ji hatîn red kirin.

Di van hilbijartinan de 8 Partî ji ketin hilbijartinan. AKP û MHP bi tifaqa bi navê Cumhur CHP, Partîya Saadet û Îyî Partî bi tifaqa bi navê Milet ketin hilbijartinan.

HDP, Partîya Vatan û Partîya Hur Dava (HudaPar) bi serê xwe ketin hilbijartinan.

Namzetên partîyan piştî dengdanê çûn navêndên giştî yên partîyên xwe.

Dengdan li gor dema Tirkîyê di seat 8’an de destpê kir û di seat 17’an de bi dawî hat.

Piştî dengdanê sindoq hatin girtin û pêşî dengên jibo serokomarîyê tên hêjmartin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên berê de, Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) seat berîya 21.00'an ve qedexeya weşanê rakirîbû.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00

XS
SM
MD
LG