Brett McGurk nûnerê taybet yê serokê Amerîka bo hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ'ê, bo pirsa referanduma herêma Kurdistanê ya ku dê li roja 25î Îlonê ête encam dan, li herêma Kurdistanê li gel berpirs û aliyên siyasî civîn encam dan.
Malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê derbarê civîna Masûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û civîna li gel McGurck, nûnerên din yên biyanî û hin welatên rojavayî daxûyaniyek weşand û da zanîn ku, şanda mêhvan di civînê de alternativê paşxistina referandumê daye şanda Kurdî, Barzanî alternatîv wergirtîye û ewê li gel aliyên siyasî behis bikin.
Li aliyekê din tevgera "Nexêr jibo Referandumê di niha de", çalakiyan encam didin, çalakvanên vê tevgerê naxwazin di niha de referendum pêk bihê, ew weha dibînin ku, ji sedema referandumê dê gelê herêma Kurdistanê rastî gelek tengasî û pirsgirkan bihê.
Rabûn Marûf peyvdarê tevgera "Nexêr ji bo Referandumê di niha de", dibêje, derbarê hatina şanda Amerîkî û civînên li gel berpirsên bilind yên herêma Kurdistanê, bo wê yekê bû, ew naxwazin referandum di vê demê de bihê kirin da ku, şer û alozî li herêmê derkevin, lewma ew daxwaza paşxistina referandumê dikin".