Berdevkê Netewên Yekgirtî got, roja Sêşemê nûnerê taybet yê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura daxwaz ji Amerîka û 6 welatên din kirîye da ku meha bihê li Cenevrê danûstendinan derbarê Sûriyê pêk bînin.
Ev banga, de Mistura di wî çaxî de hat, dema ku NY hewil dide destûrek nû bo hikûmeta dahatî ya Sûriyê danin. Sttafan de Mistura dê civînan bi berpirsên di asta bilind de yên Amerîka, Brîtanya, Erebistana Saûdî, Urdin, Almanya, Fransa û Misrê re li 14î Îlonê pêk bîne, piştî ku di rojên 11 û 12î Îlonê de bi berpirsên Rûsya, Tirkiye û Îranê re kom dibe.
Berdevkê Netewên Yekgirtî dibêje"Ev dê delîvek be jibo ku prosa siyasî ya bihê li Sûriyê destpê bike".