Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasnama Sêyemîn Êrîşkarê Komkujiya Parîsê Eşkere Dibe


Foued Mohamed Aggad est le 3e kamikaze du Bataclan (DR)

Berpirsên fermî yên hikûmeta Parîsê dan xweya kirin ku, nasnam kesê siyan yê êrîşa Parîsê bi riya têsta DNA hat eşkere kirin.

Roja Çarşemê 9î mehê, berpirsên Fransa dan zanîn ku, kesê siyan yê êrîşa Parîsê ya ku, roja 13î Mijdarê pêkhat bû xûrtekî 23 salî bû, ji bajarê Strasborgê li rojhilatê welat, herçende van berpirsan navê wî xurtî nedan eşkere kirin, lê mediya Fransî dibêje navê wî xurtî Fouad Mohamed-Aggad jiyê wî 23 sal bûn, ew di sala 2013an de tevî hind xutên din çûne Suriyê, lê sala 2014an hind ji wan vegeriyane, di dema vegerê de, ji aliyê desthilata Franasî de hatbûn girtin.

Ev kesê siyan di dema êrîşa parîsê de, li Hola Ahengê ya Bataclan li Parîsê, di dema êrîşê de jiyana xwe jidest dabû, piştî têsta DNA jibo termê wî hat kirin û nasnama wî hat eşkere kirin.

Wek tê zanîn roja 13 mijdarê êrîşeka çekdarî li dij ahenga li Bataclan li Parîsê pêkhat bû, nizîki 89 kesan di wê êrîşê de hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG