Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rûsî li Navçeya Dirbêsîyê Rastî Teqîna Mayînekê Tên


Hêzên Rûsî li Dirbesiyê û teqîna mayînekê

Îro Çarşemê 9ê Hezîranê di danê nîvro de di encama teqîna mayînekê bi panzêreke Rûsî de 4 leşkerên Rûsî birînadar bûn.

Li gorî jêderekê ji herêma bûyerê, teqîn li gundê Esediyê yê dikeve ser rêya Serkaniyê rûdaye.

Semîr Yasîn nûşegihanê kenala Rojava ya hikûmeta rêveberîyê agahîyên dawî yên vê rûdawê bo dengê amarîka anîn ziman ku hatbû gotin leşkerekî Rûs di bûyerê de hatiye kuştin, lê weke Semîr dibêje, nûçeya kuştina leşkerê Rûs ne raste, lê giran birîndar bûye Semîr got:

"Panzêreke Rûsî nêzî gûndê Esediyê li bakurê navçeya Ziranêl li ser rêya bajarê Serêkaniyê teqiya, 4 leşkerên Rûsî birîndar bûn û ew niha li nexweşxaneya Dirbêsiyê têne derman kirin, agahiyên ku leşkerkî Rûsî hatiye kuştin ne raste lê bigiranî birîndar bûye."

Herêma teqîn lê rûdaye herêmeke sînordare di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û artêşa Tirkî û çekdarên Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve, herwiha hin xalên leşkerî yên artêşa rejîma Sûrî jî lê hene.

Piştî teqînê yekser dewriyeke artêşa Tirkî giheşte wê deverê, herwiha balfireke Rûsî giheşte deverê û leşkerên xwe yên birîndar rakirin.

Hejmara birîndaran 4 leşker in, û yek ji wan li gorî agahîn nexweşxana Dirbêsîyê rewşa wî pirr xerab e.

Hêjayî gotinê ye ku devera teqînê devereke nakokbare ku bêtirî 4 hêznan lê hene.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:31 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG