Serokomarê Îraqê Fuad Masum Duşemê bang li endamên nû yên parlamena Îraqê dike ku roja 3ê meha Îlonê bicive, daxwaz nama Masum li gur fermanek Komarî hat ragihandin.
Di fermana Komarî de hatiye ku divê, jibo amadekariyên ava kirina hikûmetek nû bihên kirin piştî ku welat Sê salan di şerê li dij DAIŞê de rastî gelek zehmetiyan hatî.
Meha Gulana bûrî piştî bidawî hatina şerê li dij Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê "DAIŞ"ê, Bo cara yekê hilbijartinên giştî hatin encam dan, lê encamên fermî yên hilbijartinan destpêka heftiya bûrî hatin ragihandin.
Dadgeha Bilind ya Fedral li Îraqê 19î Tebaxê encamên fermî yên hilbijartinan erê kir bûn, piştî biryara dadgeha Fedral serokomarî tenê 15 roj hene ku bang li parlamenê bike da ku kom bibe û di maweyê 90 rojan de divê hikûmeta çê bibe.
Di rûniştina yekê ya parlamenê de, dê serok û du cîgir êne hilbijartin, herwiha serokekê nû bû Îraqê dê ête hilbijartin, parlamen dê serokê pêkhateya herî mezin destnîşan bike da ku dest bi hewildanên ava kirina hikûmeta nû bike.