Li bajarê Barselona yê Îspanî êrîşeke bi trombêlan rûda û jimareke ji kesan hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Niha rewşa awarte ji aliyê hikûmeta Îspanî hatiye ragîhandin û jibo zanîna hûrbîniyên vê êrîşê vêkolîn û lêgerîn berdewam in.
Hunermende Kurd Ganî Mîrzo ku ew li nêzî devera êrîşê dijî, dibêje ku ta niha nasnameya êrîşkeran diyar nebûye, lê gûmana herî mezin ku ew ji DAIŞ in yan jî Qayde ne.
Mîrzo herwiha got ku jimareke kesan din li xwaringeha bi navê Royal Istanbul girtî ne û di nav wan û polîsan de danûstandin hîn berdewam dibin.