Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Sûdanê Dê Rêkeftina Fermî bi Artêşê re Îmze Bikin

Tevgera alîgira demokrasiyê li Sûdanê îro Şemiyê bi awakî fermî rêkeftina li gel encûmena leşkerî îmze dike ku wê rê li pêş hikûmeta sivîl a veguhêz veke, piştî rûxandina rêjîma serok Omer el-Beşîr di meha Nîsanê de.

Li gor rêkeftina îro, wê civateke sivîl û leşkerî were damezrandin ku derdora sê salan desthilatdariya welêt bike ta ku hilbijartin têne lidarxistin.

Ew ê her wiha hikûmetekê avabike ku wê çalakvan û aliyên qanûnsaz wê binav bikin.

Piştî çend hefteyan ji guftûgoyan, herdû alî jî, di bin fişara navnetewî de, demekê berê vê mehê gihîştin rêkeftineke seretayî.

Rêkeftin hat di demekê de ku gelek xem derketin pêş li dor gurbûna şerekî navxweyî bi sedema kirîza siyasî ya welêt.

Tê zanîn ku piştî rûxandina desthilata Omer el-Beşîr ji aliyê leşkeran ve, xwepêşandan berdewam bûn û wan daxwaz kir ku leşker desthilatê di zûtirîn dem de radestî sivîlan bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG