Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşîr Kavak: Li Swêdê Piranî Kal û Pîr, Zêdetirî 25 Kes jiber Korona Mirine


Nexweşxaneya Ostra Sjukhuset ya Gothenburg li Swêdê (Adar 23, 2020)

Piştî ku vîrusa korona bo cara pêşiyê meha Dîsmbera sala 2019an li bajarê Wuhan yê li Çînê hat dîtin, roj bo rojê ew virus li cîhanê belav bû, heta ku di dema amadekirina vê raportê de, hejmara welat û herêmên rastî vîrusa korona COVID 19 hatine gihaye 169 welat û herêman.

Welatên heta niha ziyanên herî mezin pêketîn û hejmara pêkeftiyan gihaye hezaran welatên weke Çîn, Îtalya, Îran, Îspanya, Amerîka Û Almany ne.

Yên ku heta roja Sêşemê li seranserî Cîhanê tûşî webaya korona bûne 392,331 kes, yên ku heta niha mirine û bi şêweke fermî hatine ragihandin 17,156 kes, welat û herêmên li vîrusa korona rast hatine 169 welat û herêm in.

Ji bo ku rewşa welatê Swêd bizanîn, Rojnamevanê radioya dewleta Swêdê Beşîr Kavak bo Dengê Amerîka axivî û got, rewş heta niha li Swêd baûe û gel ne ketîye di nava panîk û tirsa belabûna vîrusa korona de, dewletê û saziyên tendirûstî hemû amade karî û pêdivîyên rêgirtina li hember belvbûna vîrusê fikirîne.

Kavak dide zanîn ku dibistanên destpêkê û xwendina navendî û amadeyî heta niha nehatine girtin û zaro diçin dibistanan.

Derabrê hebûna madên xwarin û paqij kirinê Kavak got, li Swêd kirîzek dernektîye û her tişt li bazar bidest dikeve.

Beşîr Kavak da zanîn ku heta niha zêdetirî 25 kes li Swêd bi vîrusa korona mirine û piraniya wan mirovên kal û îxtiyarin, û piranî jî li bajarên mezin yên weke Stokholma paytext mirine, ji miriyan du kesên îxtiya yên ji esl de Kurd jî hebûne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:38 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG