Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Şer û Êrîşên Esmanî Bo Ser Herêma Aram li Rojhilatê Dîmeşqê Didomin


Çavdêrîya Sûrî Jibo Mafên Mirov "SOHR", roja Çarşemê ragihand ku, şer û pevçûn di navbera hêzên opozisyonê û hêzên hikûmeta sûrî de qewimîn, ev cara yekê ye şer li wê herêma aram derdikeve piştî destpêka heftîyê herdu alî liser ragirtina şer û berqerar kirina aramîyê pêkhatîn.

Çavdêrî dide zanîn ku, di heman dema şer û pevçûnan de, firokên cengê yên dewleta Sûrî êrîşên esmanî li dij herêmeke dorpêçkirî pêkanîn ku, hêzên opozisyonê lê dimînin.

SOHR dibêje di êrîşên esmanî de li ser al-Xûtte ya rojhilat zarokek hatîye kuştin û 11 sivîl jî birîndar bûne, ji dema derketina şer li wê herêmê di 48 seatên bûrî de heta nûha hejmara qurbanîyan gihaye 55 kesan.

Pevçûnên roja Çarşemê li dewrûberên alîyê rojava yê al Xûtte ya rojhilat pêkhatine. Al Xûtte ya rojhilat herêma tekaneye ya li nêzîk paytext Dîmeşq li jêr kontrola hêzên opozisyonê de maye, ji sala 2013an heta nûha ev herêm lijêr dorpûçkirina hêzên ewlekarîya dewleta Sûrî de ye.

Ji hejî bîrxistinêye ku roja Şemiya bûrî bi alîkarîya Rûsya, peymana ragihandina aramîyê di navbera hêzên dewleta Sûrî û hêzên opozisyonê de hat bû îmze kirin.

XS
SM
MD
LG