Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Tebqa Tîmeke Jinan a Werzişî Tê Avakirin


Tîma Jinan li Tebqa
Tîma Jinan li Tebqa

Piştî rizgarkirina bajarê Tebqa ji Rêxistina DAIŞê û vegera jiyan li ser xêza borî,lê mijiyê welatiyan wek berê vengeriya.

Komîta ciwan û werzîşê ya bajarê Tebqa hewlda tîma werzîşê ya keçikan avabike,lê ji ber tundiya DAIŞê di nav welatiyan de belavkirî ew hewldan bi ser neketin ,ku beşê mezin ji welatiyan ta niha tirsa wan ji DAIŞê heye.

Wek destpêk û şikandina teqalîdên DAIŞê çandî komîta çiwan û werzîşê tîma goga destan ji keçikên biçûk avakir,ku ev keçikana bibin simbol ji yên din re û rê li bêş wanvebe.

Tîma Jinan li Tebqa
Tîma Jinan li Tebqa

Li gor hevseroka Yekîtiya Werzîşê Şeza Mihemed ji Dengê Amerîka re ragihand ku gelek heldanên wan ji bo tevlîkirina keçikan ji werzîşê re têkçûn.

Astengiyên herî mezin li pêş tîma keçikan tunebûna holên taybet ji bo wan ku ew tê de bên rahênankirin,ku ew ji aliyê mêran de tên rexnekirin,ji ber rola wan wek lîstikvanan di tîmên werzîşê de.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:43 0:00

XS
SM
MD
LG