Polîsê Bajarê Talahhassee yê wîlayeta Florida ragihand ku şeva borî çekdarekî li navendeka Yoga ya paytexta Florida du kes kuştin û pênc kes birîndar kirin berî ku xwe bikuje.
Berpirsê Polîsê Tallahassee Michael Deleo ji peyamnêran re got kesê êrîşker şeş kes gullebaran kirin berî ku biçe nav sentera Yoga, ku beşeke ji bazareka biçûk a Tallahassee, û piştre xwe kuşt.
Rêveberiya Polîsê bajêr îro Şemiyê kesê êrîşker bi navê Scott Paul Beierle da nasîn û got ew 40 salî ye.
Herdû qurbanî jî bi navê Dr. Nancy Van Vessem , 61 salî û Maura Binkley, 21 salî dan nasîn.
Polîs dibêje vekolîn berdewamin û daxwazê ji her kesê ku di dema êrîşê de tiştek dîtibû wan agahdar bike.