Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Dawî yên Lîbya de 10 Kes Têne Kuştin


Desthilatdarên Lîbî dibêjin di pevçûna navbera milîtanên dijber de li Terablos a paytext 10 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniyekê de îro Şemiyê karbidestên saxlemiyê got 59 kes birîndar bûn di pevçûna rojekê berê de.

Ji meha borî ve dema pevçûn di navbera gurûpên dijber de derketî holê, jimara kuştiyan bûye 106.

Wan got 18 kes hîn winda ne.

Rewşa Lîbya serobinî bû piştî xwepêşandanên sala 2011an ku di encamê de dîktatorê welêt ê demeke dirêj Moamer Qezafî hate kuştin.

Niha du hikûmetên Lîbya hene, yek li Terablosê û ya din li aliyê rojhilat.

XS
SM
MD
LG