Li encama hêrişeka xwekujî li xaringeheka paytextê Iraqê bi kêmî 10 kes hatine kuştin.
Rîportêt dengûbasa radigehînin ku ew xaringeh tijî polîs û karmendên parastine bîye li demê wê hêrişê. Deselatdar dibêjin nizîkî 15 kes birîndar bîn. Demekê zîtr 2 polîsêt Iraqî ji layê çend çekdareka li Bexda hatine kuştin. Herwesa li hêrişekda dîya xwekujî li Tikrît 3 kes hatine kuştin.