Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirekî xwekuj li Erbîlê 13 berbijarên polîsên Îraqê  kuştin


Polîsên Îraqî dibêjin, êrîşbirekî xwekuj li Erbîlê li bakurê Îraqê xwe bi tevî otomobîlê teqand û bi xwe re 13 polîsên berbijar kuşt û 100 kesî jî birîndar kir.

Karbidest dibêjin, dibe ku hejmara kuştîya bilindtir be ji ber ku rewşa hin birîndaran girane.

Dîdevan dibêjin hêzên parastinê bizav kir êrîşbirekî rawestînin û teqe lê kir; lê wî otomobîla xwe xweş ajot û çû di nav 200 berbijarên polîsa ku li were dihatine perwerdekirin.


Berî wê bi çend se`atan jî li nêzî avahîyeke polîsan li Bexda yê bi kêmî pênc polîsên Îraqî hatine kuştin û 20 kesên din jî hatine brîndar kirin di teqîneke din de.

Leşkerîya Amerîka dibêje li bingeha polîsan ya li Baya yê, piştî ku polîs gulle berdayê kesê êrîşbir, wî xwe teqandîye.

Leşkerîya Amerîka dibêje leşker herwiha di operasyoneke berdestê sibê de li Bexda yê 23 kesên ku şika terorîstîyê ji wan kirine zeft kirine.

XS
SM
MD
LG