Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felestîn dibêje kombûna bi Îsraîl re zêde bi kêr nehat


Serokwezîrê Felestînê Ahmed Qureya dibêje kombûna bi serokwezîrê Îsraîl ê Arîel Şaron re ne bi dilêwan bûye.



Piştî kombûnê îro roja Duşemê di axaftina xwe de birêz Qureya got, wî û serokê Felestîn ê Mehmud Ebbas hîvî dikirin ku li ser hin babetan encamên baş bigrin lê belê ev yek nebûye. Îsraîl li ser axaftinan hêj tu daxuyanî nekiriye.



Kombûna di navbera serokwezîrê Îsraîl ê Şaron û serokên Felestînîyan de, ji agirbesa dualî ya ji çar meha û virda kombûna yekembû.

Kombûna ku du saet berdewam kir bi mebesta axaftina li ser vekêşana Îsraîl ê ji Xezza yê bû.

Lê belê, xuyaye ku tundîtîyên van roja di navbera Îsraîl û Felestîn da û girtina 50 milîtanan ji alî Îsraîl ve dê di danûstendinan de zêdetir cî bigre.

XS
SM
MD
LG