Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Fransa ji Surî dixwazin ku li Libnanê tenahîyê xeraneke


Wezîra derve ya Amerîka Conoleezza Rice û hevberê wê yê Frensî daxwaz ji Surîya kir rêzê li biryareka Neteweyên Yekgirtî bigre ku jê dixwaze hemi hêzên xwe ji Libnanê vekêşe û êdî mayê xwe di wî welatî de neke.

Ev ro li derveyê kombuna wezîrên derve yên 8 welatên sazkar li London, wezîra derve xanim Rice û wezîrê derve yê Filipînê Doste Blaizi behsa wê pirsê kir.

Surya dibêje meha çar- Nîsanê -hemî leşker û karmendên xwe yê agahîyan ji Libnanê vekêşandibû lê karbidestek bilind yê wezareta derve ya Amerîkî li London ku nexwest nave xwe bêje got, Amerîka di xema hindê da ye ku muxaberatên Surî hêşta li Libnanê bin û destûrdarê tenahîya wî welatî têk didin.

XS
SM
MD
LG