Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê parlamanterekî Şîe hate kuştin


Endamekî payebilindî Şîe yê parlamana Îraqê li bakurê Bexdayê di êrîşeke xwekujî ya bi otomobîlekê de hate kuştin.

Polîs dibêjin êrîşkerî otomobîla bombebarkirî ajotiye ser karwanê otomobîlên Darî El Fayde, endamekî hevpeymaniya partiyên Şîe ya desthilatdar. Pê re kurê wî û sê nobetdarên wî jî hatine kuştin.

Her wisa li roja Sêşem, li bajarê Kerkûkê, bi êrîşa otomobîleke bombekirî li nêzî karwanê otomobîlên serokê polîsên trafîkê General Salar Ahmed peqîya. Di êrişê da du kesên dî hatin kuştin.

Di vê navê de Serok Bush xwe amade dike ji bo gotareke girîng li bajarê Fort Bragg yê wîlayeta Carolinaya bakur li şeva Sêşembî li salvegera veguhastina serwerîyê bo Îraqîyan paş şerrî.

Karbidestên Qesra Spî dibêjin Serok Bush dê bêje ku li Îraqê rêyeke paqij ber bi serkeftinê ve heye û ji Amerîkanîyan bixwaze ku xwe ragirin.

Ji alîyeke din ve, hêzên Îraqî û Amerîkî li dijî xirabkar û şervanên biyanî li rojavayê Îraqê li ber çemê Firat di navbera bajarê Hedîsa û Hîd de dest bi êrîşeke nû ya bi navê Erîşa Şûr kiriye.

XS
SM
MD
LG