Balyozê Misrê bo Iraqê li Bexda hate revandin, çend heftîyekan piştî ew gehişte Bexda.
Diplomatêt Misrî dibêjin balyoz Îhab El-Şerîf demekê direng roja şembî li paytextê Iraqî hate revandin.
Balyoz El-Şerîf li destpêka meha 6 gehişte Bexda, piştî deselatdar li Qahîrê ragehand ku ew hemî tayêt diplomasîyêt xwe digel Iraqê dest pê keneve.