Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Londonê di teqîna bombeyan da zêdeyî 30 kes hatine kuştin


Karbidestên Brîtanî dibêjin ku bi jimareke teqîna bombeyan li dezgehên hatin û çûna giştî ya Londonê îro Pêncşem zêdeyî 33 kes hatine kuştin û 345 kes jî birîndar bûne.


Polîs dibêjin tu kes berpirsyariya van teqîna li xwe dananîye. Komeleke nenaskirî ku navê xwe kiriye Rêxistina Veşartî ya El Qaîda li Ewrupayê, di malpereke Erebî de dinivîsîne ku wan ev bombe teqandine. Belê ev yek nehatiye pişterast kirin.


Serokwezîrê Brîtanya Tony Blair di peyivdana xwe ya di kombûna welatên sazkar yên G-8 de, ev êrîş şermezar kirin û got ku ev êrîşên hovane ne. Birêz Blair li ser navê hemû rêberên welatên di vê kombûnedebûn axivî û tev bihevre jibo nehiştina terorîzmê baweri û piştgiriya xwe diyar kirin.


Birêz Blair dageriya Londonê ji bo çevdêriya rewşa bajar, lê wisa çeverê tê kirin ku ew dê vê êvarê vegere kombûna G-8.

XS
SM
MD
LG