Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê li lêkdana trênan 127 kes mirin


Karbidestên Pakîstanî dibêjin li bajêrê Sind yê li başura wî welatî sê trên li hev ketîne û di encamê de bi kêmî ve 127 mirov mirîne.

Polîs dibêje bi sedan kes jî birîndar bûne di xirabtirîn lêkdana li deh salan.

Li dû raportên ji herêmê rêvebirê ji wan trênan nîşanekê li hev şaş kirîye û li nêzî bajêrokê Xotki li trêneke sekinî xistiye ku tijî rêwiyên di xew de bûne. Bi demek kin piştî wê, trêna sêyem li vê trêna pelixî daye.

Piştî lêkdana şevê, perçeyên mirovan û perçeyên şuşe û metalan li der û dor belav bûne.

Ev çend sal in ku li Pakîstanê bi dehan kes ji ber rêyên kevnar yên trênê dimirin.

XS
SM
MD
LG