Serokwezîrê Îsraîlê Ariel Sharon dibêjît wî ferman daye leşkerî ku wan êrişên li vê dawîyê yên Filistînîyan ji Devera Xezze rawestînît.
Birêz Sharonî ew ferman li destpêka civîna hefteyî ya hikûmeta xwe li Ûrşelîm Qudsê ragihand. Wî gote wezîrên xwe wî serefserên leşkerî serwext kirîne ku çi sînor nînin li ber kiryarên wan bo bidawîînana zebrûzordarîya li Devera Xezze. Hêzên Îsraîlî ji xwe li ser tixûbê Xezze kombûyne.
Îsraîlê hûşdarî daye û gotîye ew dê kiryarên mezin yên leşkerî biket heke rêberîya Filistînîyan bi sozûqirar bizaveke li dijî mîlîtanan neket. Ji şeva pêncşembî û pê ve, mîlîtanên Hemasê bi top û mûşekan pêtir ji 100 êrişan birîne ser başûra Îsraîlê û akincîgehên Cihûyan li Devera Xezze.
Li sêşembîya bihorî, êrişkerekî xwekuj ji komela Cîhada Îslamî pênc mirov kuştin li bajêrê Netanya yê li ber lêva behrê li Îsraîlê. Hêzên Îsraîlî endamên Cîhada Îslamî kirîne armanc û jimareke êrişan birîye ser Ḧemasê jî û ḧeft kes jê kuştîne.
Komandarekî Hemasê li roja yêkşembî ji alîyê sêyregirekî Îsraîlî ve hate kuştin. Mîlîtanan dest bi êrişên xwe kir li demê ku Serokê Filistînî Meḧmud Ebbas ji bo danûstandinan hatî Ẍezze.
Li gotareke bi rêya televîzyonê, Birêz Ebbasî ji mîlîtanan rawestandina şerrî xwest. Birêz Ebbasî gazî komelên mîlîtan yên Filistînî kir ku soza xwe bigirin û wê rawestandina şerrî, ya ku ew pê razî bûyn, bidomînin. Lê wî her wesa got ew şerrûlêkdan binasên rêbaza Îsraîlê ne û kesek nikarît li benda domandina rawestandina şerrî bît heke alîyek bi tenê pênasînê pê biket.
Serokê Filistînî hûşdarî da mîlîtanan jî û gotê ew bêhnfireh û bêdeng nabin li himberî êrişên ser hêzên parastinê yen Filistînî. Birêz Ebbasî we got paş lêkdana roja eynî linav polîsan û mîlîtanan li devera Xezze. Ew rawestandina şerrî ya pênç-mehî linav Îsraîl û Filistînîyan niha wek têkçûyî dihête pêşçav li demê ku her du alîyan jî hîvîya tenahîyê dikir berî xwevekêşana Îsraîlê ji Devera Xezze. Biryar e ku xwevekêşana leşkerî li nîvîya heyiva Tebaxê destpêbiket.