Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîr Blair bo êrîşên Londonê bi rêberên Misilmanên Brîtanyayê ra kom dibît


Serokwezîrê Britanyayê Tony Blair li roja Seşembî digel rêberên Misilmanên Brîtanyayê komdibît. Ew dê da pêra biaxivît ka bersiveke bi çi awa bidene wan êrişên bi bombeyan li Londonê û rêyên xebata li dijî biheq derêxistina terorîzmê li ser navê olê Îslamê.

Şik heye ku her çar êrişkerên li 7ê vê mehê li Londonê têkilî bi komelên tundrêyên Îslamî ra hebûn, ji wan El Qaîdê. Sê ji wan li Brîtanyayê ji dayik bibûn û ji malbatên Misilman yên bi eslê xwe Pakîstanî bûn.

Polîsên Pakîstanê dibêjin ew pirsîyaran ji jimareke mîlîtanên girtî diken li ser îhtîmala peywendîyeke digel êrişên li ser otobusekê û sê trenên jêrerd li paytextê Brîtanyayê. Di wan êrişan da 56 mirov hatibûne kuştin. Jimara birîndaran pêtir ji 700 kesan bû.

Rêberên Misilmanên Sunnî û Şîeyên Brîtanyayê fetwa dayne û têda ew kiryar mehkûm kirîne û gotîye kuştina mirovên bêguneh ne Îslamî ye.

XS
SM
MD
LG