Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Seroka Filipînê gazîya bo lêkolîna li şermizarîya dengdanê


Seroka Filipînê Gloria Arroyo dibêjît ew dê desteyeke damezrînît ji bo aşkerakirina rastîyan ji wan îddîayan ku dibêjin wê hewil daye ku bi fêlûfendan encamên hilbijartinên serokatîyê yên par biguhorît.

Birêz Arroyoyê biryara xwe îro li nameyeke bo metranên Mesîhîyên Katolîk yên xwedî desthilat ragihand.

Dijberên wê bi tundî bi dev havêtîye Seroka Filipînê paş belavbûna kaseteke dengî li meha borî ku li dû îddîayan axiftina wê ya bi têlefonê digel karbidestekî hilbijartinan têda ye. Xanim Arroyoyê ji hingê we re qebûl kirîye ku ew digel wî karbidestî peyivîye, lê înkar kirîye ku wê hewla guhartina encamên dengdanê dida.

XS
SM
MD
LG