Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nelson Mandela 87emîn salvegera jidayikbûna xwe bi zarokan re pîroz dike


Serokê Efrîqa Başur yê berê Nelson Mandela îro roja Çarşemê li Johannesburga paytext di şahîyekê de 87emîn salvegera jidayikbûna xwe bi zarokan re pîroz kir

Şahî li Binkeha Diravî ya Mandela ji bo Zarokan hate amade kirin. Nêzî bîst zarok klamên ji bo jidayikbûna birêz Mandela strîn dema ku ew hate nav şahîyê.

Şahîya bi zarokan re weke kevneşopek e ji bo bizavkarê berê yê antî-apartheid(tevgera dijî ferq û cudahîya di navbera nîjadên reş û sipî de). Roja Duşemê roja jidayikbûna wî bû û wî bi malbata xwe re li mala xwe ya li rojhelata Efrîqa Başur, bê his û deng wê rojê pîroz kir.

Pîroz kirina jidayikbûna serokê berê yên gelemperî roja Sêşemî jî hatibûn amade kirin. Serokê berê Bill Clinton jî yek ji wan kesên grîng bû di wê şahîyê de.

XS
SM
MD
LG