Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sudanê ji Rice ê lêborîn xwest


Karbidestên Amerîkî dibêjin Sudanê lêborîn xwestîye ji Wezîra Derve ya Amerîkayê Condoleezza Rice ê ji ber ku hêzên tenahîya Sudanê di dema seredana wê de li Xartûmê berhingarî karger û rojnamevanên bi wezîrê re bibûn.


Birêz Rice piştî bûyerê enirî. Ev bûyer li dema kombûna wezîrê bi serokê Sudanê Omer Hesen El Beşîr bû. Civîna wan li mala serokê Sudanê li ser rewşa herêma Darfurê bû.

Karbidestên Welatên Yekgirtî dibêjin hêzên parastinê dav dane kargerên Xanim Rice ê, ji wan şêwirmendê wê Jim Wilkinson, û hin rojnamevan dema ku ew derbasî cîyê kombûnê dibûn.

Peyra dema xanim Rice gihîştî Darfûrê, peyivdarê wê got ku wêzîrê derve yê Sudanê bi rêya telefonê daxwaza lêborînê ji wezîrê kiriye ji ber wê bûyerê.

Xanim Rice li Darfurê sera kampên penaberan dide. Pêtir ji du salan e Darfur cîyê şerê di navbera serhildayan û hêzên hukumetê û milîsên wan de e.

XS
SM
MD
LG