Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mibarek dibêjit Misir li ber terorîstan dananêt


Serokê Misrê Husnî Mibarekî soz û gift daye ku şerrê hikûmeta xwe li dijî terorîstan giran biket li dû êrişên li Şarm el Şêxê ku nêzîkî 90 mirovan têda hatibûne kuştin.

Birêz Mibarekî sera wê seyrangeha lêva Derya Sor da bi çend seetan paş wan peqîyanên otêlek û hindek sûk kavil kirîn.

Rêberê Misrê got ew kiryar dê riştîya welatê wî xurttir lê biken ku terorîzmê bi rehûrîşalan rakêşît. Karbidest dibêjin li wan êrişên Şarm el Şêxê 88 mirov hatîne kuştin.

Êrişkerên xwekuj du otomobîl peqandin û bombeya sêyem jî li heman dem peqîya. Pirranîya kuştîyan Misrî bûn, lê rayedar dibêjin bi kêmî ve 8 ji wan bîyanî bûn. Pêtir ji 100 mirovan jî birîndar bûn. Karmendên hewarçûnê dibêjin ew li hîvîya hindê nînin ku çi mirovên dî bi zindî ji wan kavilan derêxin û gazî kirîye ku makînên kolînê da ku bermayê wan avahîyan pakij biken.

Hêzên parastinê nêzîkî 20 mirovan girtîne paş wan peqîyanan, lê dîyar nîne ka ew bergumanên serekî ne. Wezîrê Karûbarên Navxweyî dibêjît belkû ew êriş bi êrişeke par payîzê li ser tixêbê Îsraîlê ve girêdayî bin.

XS
SM
MD
LG