Misilmanên li her deren dinyayê êrîşên terorîstan li Londonê mehkum kirin, ku pêtir ji 50 mirovan têda hatibûne kuştin. Komela bi navê Civata Misilmanên Britanyayê got ew “Kiryarên dirunde” bûn. Wê komelê di belavkukekê da got, “Dirundeyên ku nexsheya wan kiryaran danay û ew bombe li Londonê peqandîn dixwazin ku dest û dilên me sar biken me ji nav biben u li nav me dubendîyê bi afirînin. Divêt em hemî xwe bikeyne yek û ji bo girtina wan mirovkujan alîkarîya polîsan bikeyn. Mezintirîn navenda çandî ya Misilmanan li Ewrupayê mizgefta Regent’s Park ya li Londonê jî gazi misilmanên Brîtanyayê kir û gote ji bo girtina êrîşkeran harî polisan biken.
Li Welatên Yekgirti yen Amerîkî, rêkxistîya bi navê Civata Peywendîyên Amerîkî û Îslamî ew kiryarên Londonê wek êrîşên hovane qelem kirin û li alîye dî bingehe xêrxwazîyê yê bi navê Alîkarîya Îslamî got ew li dijî mirovanîyê hemîyê bûn. Edina Lekovic peyivdareke Civata Peywendîyên Gelerî ya Misilmanan dibejît ew êrîş wek şikandina hemî bingehên olê Îslamê ne. Birêz Lekovîc weha dibêje;
“Civata Peywendîyên Gelerî ya Îslamî û her wisa Civata Peywendîyên Amerîkî û Îslamî bi hevgirtina Misilmanên li seranserî Amerîka û Misilmanên li her alîyên dinyayê wan êrîşan mehkum diken. Eve cara yekem nîne ku em we dikeyn, ne jî eve cara dawîn e ku em dê wan mehkum bikeyn.”
Serokê Desthilatdarîya Filistînîyan Mehmud Ebbasî û serokwezîrê wî Ahmed Qurey nameyek ji serokwezirê Brîtanyayê Tony Blairî ra şand û êrîşên xwinrêj û terorîst yên Londonê mehkum kirin. Serokê Pakîstanê Perwez Muşerrefî jî nameyeke serxweşîyê ji serokwezire Brîtanyayê ra hinart û gazîya xebata pêkve kir li dijî terorizmê. Birêz Muşerrefî got pirr girîng e ku em bi hev ra xebatê bikeyn û peywendîyên hevkarîyê xurttir lê bikeyn da ku em vê belayê ji holê rakeyn. Serokê Efxenistanê Hemîd Xarzayî got ew êrîşên bi bombe li Londonê li dijî tevahîya mirovanîyê bûn û serokwezîrê Îraqê Îbrahîm El Ce’ferî ew kiryarên Londonê şermizar kirin û ji bo alîkarîya nehêlana dirundehîya terrorizmê li her welatekî xwedisoz û qirarîya Îraqê dubare kir.
Serok George W. Bushî gotîye “Ew êrîşa Londonê êrîşeke li dijî cîhana medenî bû û cîhana medenî xwe kiriye yek li xwedîsoz û qirarîya xwe ”.