Serokê komîteya destûrê Iraqî dibêjit bernivîsa destûrê nû yê welatî dê bu roja 15 hevya 8 amade bît.
Şêx Hûmam El-Hemmûdî evro dûşembî li Bexda gote endamêt perlemanî ku destûr li demê dû heftîyan dê amade bît.
Wî herwesa got ku her 71 endamêt komîtê şev û roj kardiken bu temam kirna bernivîsê û bitinê yek ji birgên destûrî nehatîye nivîsîn.