Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê serbazên din yên Amerîkî li Îraqê hatin kuştin


Sê serbazên Amerîkî li Bexda hatin kuştin bi bombake ser rê. Bi vî awayî hejmara hêzên Amerîkî ku vê haftîyê li êrîşên xirabkaran hatin kuştin gihîşte 24 kesan.

Leşkerê Welatê Yekgirtî dibêje êrîşa dawî, şeva Çarşemê qewimîye bi çend demjimêr piştî êrîşa nêzî Hadîsa ya li bakura rojavayê Bexdayê ku tê de 14 marînên Amerîkî û wergêrek sîvîl hatibûn kuştin.


Di destpêka vê heftîyê de li Hedîsayê şeş marîn û yekî din jî li bajêrokê Hîtê hatibûn kuştin

Serok Bush roja Çarşemê got êrîşên dijî hêzên Amerîkî li Îraqê nabin egera vekêşaneke zû ji vî welatê bi tundûtujî rewşa wê aloz bûye. Wî got hêzên Amerîkî dê li Îraqê bimînin heta ku hêzên parastinê yên wî welatî baş hîn bibin çawa li dijî xerabkaran şer bikin.

XS
SM
MD
LG